Channel 8 Kurmancî
@Ch8Kurmanci
KANAL 8 saziyeke medyayî ya serbixwe ye. Bi dirûşma "TU HÊJAYÎ RASTIYÊ YÎ" xebata medyayî dike.
Çavkaniyekê ji KANAL8'ê re: Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Abdî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dicivin.

Koçeran berê xwe dane zozanên #Colemêrg’a Bakurê #Kurdistan’ê; Piştî pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistan û #Tirkiyê welatî bi aramî diçe zozan û çiyayan.
Hejmarên kuştiyên şerê #Siwêda'yê her ku diçe zêdetir dibe, bi dehan dîmen belav bûn ku welatî li kolanan tên kuştin, her wiha rewşa mirovî ya bajar têkçûyî ye 📌 SOHR: 1311 kes li Siwêdayê hatine kuştin 📌 Di heman demê de tevî ku lijneya lêpirsîna bûyerên berava Sûriyê…
Mamosteyê Olî Dr. Şêx Murşid Xeznewî li ser hesabê xwe yê X’ê bersiv da axaftina Wezîrê Derve yê #Tirkiyê ku gotibû “Bila ti alî hewla parçekirina #Sûriyê nede yan em ê midaxale bikin” û got, “Hûn ditirsin ku em şiyar bibin” Tevahiya nûçeyê: channel8.com/kurmanci/news/…

“Divê di komîsyonê de dîtin û nêrînên gelê #Kurd bê temsîlkirin” Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek: Divê partiyên #Kurd’an jî di komîsyonê de hebin.
Aliyên siyasî yên #Rojava'yê Kurdistanê diyar dikin ku Kurdên Rojava ji bo #Tirkiyê ne metirsî ye û başbûna pêwendiyên her du aliyan ji bo çareseriya aloziya #Sûriyê girîng e 🎙️ Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed: Her pirsgirêkek di hundirê wî welatî de tê…
“Her komên ku di artêşa #Sûriyê de ne, ne yek in” Şêwirmendê Kantona Firatê Mustefa Şêx Muslim: Pêkhateyên din di hikûmeta veguhêz de cih negirt 💬 “Nûnertiya #Kurd'an di hikûmeta veguhêz de tine ye.”
Hêlîn Umît: Em têgeha #Tirkiye'ya bêteror red dikin. Ango têgeha terorê napejirînin. Tevgera Azadiyê, PKK’ê têkoşîna herî rewa ya dîrokê meşand. Şerê hebûn û nasnameya gelekî meşand.

“Çav, hiş û mêjiyê dewletê li ser #Sûriyê û xweseriya #Rojava ye” Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek: Pêvajo çareseriya pirsgirêka #Kurd e yan zexmkirina ewlehiya dewletê ye ne diyar e 💬“Divê navê komîsyonê bibe Komîsyona Çareserkirina Pirsgirêka Kurd be” 💬 “Ji bilî…
Wezareta Dadê ya #Iraq’ê biryar daye ku hin ji malên li #Şingal'ê bên tapokirin; Rêveberiya tapoyê ya herêmê ji bo cîbicîkirina biryarê dest bi kar kiriye Nûçegihanê KANAL8’ê Nezîr Şingalî derbarê mijarê agahiyên zêdetir dide.
Medyaya #Amerîka’yê da zanîn, berpirsên Amerîkî yên pilebilind navbeykariya başkirina têkiliyên #Îsraîl û #Sûriyê dikin. channel8.com/kurmanci/news/…
Dayika Şemiyê Emîne Ocaka ku kurê wê ji aliyê hêzên nediyar ên dewletê ve hatibû kuştin, çû ser dilovaniya xwe Tevahiya nûçeyê: channel8.com/kurmanci/news/…

Çend otomobîlên zirxî yên #Tirkiyê ji bo radestkirina Wezareta Parastinê ya #Sûriyê têne şandin Wezareta Parastinê ya Tirkiyê: Rêveberiya Sûriyê ji bo xurtkirina parastina welatê xwe û şerê li dijî hemû rêxistinên terorîst, bi taybetî DAIŞê, piştgiriya fermî ji Tirkiyê xwest.
DEM Partiyê ragihand, agahiyên derbarê hilweşandina partiya wan hatine belavkirin ne rast in Tevahiya nûçeyê: channel8.com/kurmanci/news/…

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) dîmena êrişa #Îsraîl’ê ya li ser saziyeke wan a li Dêrbelecî ya #Filistîn’ê belav kir û got, “Bêrêzî li karmendên me hatiye kirin.”
Endamê Desteya Serokatiya PYD'ê Salih Muslim çekdanîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi misogerkirina mafê #Kurd'an ve girê da Tevahiya nûçeyê: channel8.com/kurmanci/news/…

8 meh di ser desthilata hikûmeta veguhêz a #Sûriyê re derbas dibin, lê pirsgirêkên aborî û siyasî kûrtir bûne 🗣️ Pisporên aborî jî dibêjin, ji bilî rakirina hejmareke cezayên navdewletî, heta niha hikûmeta veguhêz a Sûriyê ti xizmetguzariyek pêşkêşî gel nekiriye û di warê siyasî…
Heyva Sor a #Sûriyê ji bo gihandina alîkariyê ber bi #Siwêda'yê bi rê ketiye; Ji ber şer û aloziyên 13’ê Tîrmehê vir ve rewşa mirovî ya Siwêdayê xirab e.
Nûnerê Taybet ê #Amerîka'yê yê ji bo Kar û Barê #Sûriyê Thomas Barrack got, metirsî li Sûriyê di asteke bilind de ne û destnîşan kir, wî şîret li Ehmed Şer’i kiriye pêkhateya artêşê ji ber çavan re derbas bike. channel8.com/kurmanci/news/…
Pergala #Sûriye'ke nenavendî proje û daxwaza Rêveberiya Xweser e; Berpirsekî Rêveberiya Xweser da zanîn ku çareseriya pirsgirêkanê pergaleke nenavendî ye û ev jî doza wan a sereke ye 🎙️ Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Gelan Abdurehman Hesen: Çareserî nenavendî ye. 🎙️ Sekreterê…