Abdulkadir Bingöl
@AbdulkadirBingl
"Li Tirkiyê herjmara deîstan giha 15 milyonan. Berî AKP ev hejmar 2 milyon bûn." Sebahattin Önkibar
Kurdiya Felişî El açma-Ellerini Allah’a açtı Destê xwe ji Xudê re vekirin (TrtKURDî) Ev hevok ji dêl ellerini açtı ya Tirkî hatiye bikar anîn. Lêbelê li gorî min şaş e. Ji ber ku destvekirin di Kurdî de ji parsekiyê re tê gotin, lê ji duayê re nayê gotin. Ya duayê raber e.…
— “Westiyayî”, “qerimî”, “bertilî”, “kefte”, “kesîre”. “jikarketî”, "mandîbûyî" Ev her pênc peyvên hanê jî ew in ko di herêma Botanê de tên bikaranîn. Li nik wan yên wek “teibî”,”mandîbûn”, “kasbûn” û “qefilî” jî henin lê ez wan hesap nakim. Wateya “westiyayî” û “qerimî” nêzî…
Helbesta Extiyariyê Wezn: Fâilâtun/fâilâtun/fâilâtun/fâilun Umrê min hilket bû heftî êdî ez bûm extiyar Lê çi heyf û sed mixabin nû ji xabê bûm şiyar Êdî şeh nakim wê porê lew sipî bû şubhê berf Hinde çit hê wê sipî bit heft xwezî par û pêrar Qof bû pişt, simbêl jî şor bûn…

Eman eman, bila Kurdên Rojava baweriya xwe bi wan eşÎrên Ereb ên li Reqqa û Dêrezorê ne neyne. Bi Xudê sala sed û yekê jî be dema wan fersenda xwe dît ew dê Erebên xwe nedin Kurdan û bi paş ve wê derbeya xwe li Kurdan bidin. Ew rast nabin. Dijminê bavan nabin dostê lawan.
Sibeha we bi nûr be şubhê Qedr û Beratê Feyz li ser we bibare her wek Nîl û Feratê Dilbikul
"Siz siz olun!" -Siz siz olun fazla yemek yemeyin! Kurdiya we çawa ye? Ez dibêjim "Newebit newebit" e. Mînak "Newebit newebit hûn gelek xearin bixwin!" Hûn çi dibêjin?
Ez ji ber eşqa te Leylê bûme Mecnûnê li çol Bil te ez nakim tu meylê ger bikin min zûl bi zûl Dilbikulê Cizîrî
Xiyala rûyê cananê ji dinyê qut kirim carek Nema min keyf nema min hal neşêm êdî bikim kar’ek Dilbikulê Cizîrî
Ehmed Şara marê di tûr de ye. Lênenêrin niha zererê nade miletê me. Ji ber ku niha hêza wî nîne. Xudê neke sibê hêza xwe bibîne wê gelek zererê bide miletê me.
Ehmedê Xanî demokratîkbûyîna tirkan na, xwebûna Kurdan dixwest. Wî dixwest padîşahekî Kurdan yê netewparêz hebe.
Nivîseke Min a Berê: Xweyê Mirî Kor e. Kî çi bibêje bila bibêje, ez bi xwe heyranê gotinên pêşîyan im. Her yek van gotinan mînanî projektorê rêya mirovan ronî dike. Yek ji wan gotinên ko li ba min qedirbilid e, gotina pêşîyên Kurdan ya li jor e. Dema yek nexweş dikeve û ew…
Muhbetê mihnet di zor in Hub dibêm bêşek bela ye ‘Umr û jî xweş pê diborin Sotin û derd û cefa ye Zehmetiyên işqê gelek zor in an jî gelek zêde ne. Heçî hezkirin ez dibêjim hema bela ye û di vê de tu guman nîne. Ji ber ku haya wî ji wî namîne temenê mirovî gelek zû pê dibore,…

Wezn: Mustef’ilun/mustef’ilun/mustef’ilun/mustef’ilun Yê Kurd çik e, hem xweyrik e, pir kar dike, ev bê şik e Lê wer binê, ew ma tinê, lew dijminê wî xwey-fik e Kafes rik e, sen yap bike, boy bavik e, tül xavik e Kıstas pîv e, yarım nîv e, heyfê bipirsî yazık e Yumak kej e,…

Min gelek bêrya te kirye… Min gelek bêrya te kirye Min divê tu bêyî yar Hesretê hiş tev de birye Min divê tu bêyî yar Were da têr têr bibînim Ez li ber ranê te rûnim Hesreta salan derînim Min divê tu bêyî yar Va temen çû ber bi jorî Umrê xêr tev da bihorî Ka were hey ez bi…
Roja we her bi xêr be siheta we li cih be Mêwên baxî giha be xox û mijmij û bih be dilbikul
Roj diborin wek avê Geh biewr geh bi tavê Hew te dîte wê gavê Ezraîl hat wê navê Çiqas kî lavelavê Venaxut ew lê avê Nanêre bûk û zavê Ruh distînit wê gavê Dilbikulê Cizîrê
Cizre hasretiyle yazacağım son şiir olması dileğiyle Bi hêviya ku ev helbesta dawî be ku min li ser kul û hesreta Cizîrê nivîsî be: Açıl Cizre’m açıl, özledim seni Aylardır hasretin içim yakıyor Açıl Cizre’m açıl, özledim seni Gözyaşı dökerken bak kan akıyor Açıl Cizre’m açıl,…

Ji gotina Bexçelî ya "Bila YPG jî çekan deyne" tê zanîn ku armanca wî ya ji vê pêvajoyê ku jê re "Tirkiyeya bêteror" ewe ku li her çar aliyan Kurdan bê çek bike. Kurd wê xeberê wî bikin an na, em nizanin.
Ez bêm Wanê û helbestekê der barê wê de nenivîsim nabe Wana Min… Tu her sax bî, her bijî, tu her hebî Wana min Seadeta du dinya her bo te bî Wana min Nivîskarên te pir bin pirtûkên baş binvîsin Xaseten yên helbest û yên edebî Wana min Ew hewaya te ya xweş Xwedê hê xweştir…